ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêşnimêjê Têhranê: Sipaha Îslamê li operasyona Mirsadê, Munfiq têk birin

Pêşnimêjê demkî yê Têhranê diyar kir: Koma terorîst a Munfiqan di fikra dagirkirina Îranê û jinavbirina hikûmeta Îslamî de bû, lê li operasyona Mirsadê, sipaha Îslamê ket tevgerê û Munafiq ji nav çûn.

Operasyona Mirsadê, 27 Tîrmeha 1988`an ji bo rawestana li ber êrişa koma terrorist a Munafiqan ku ji aliyê Rejîma Sedam, dîkatorê îdambûyî yê Iraqê, dihat piştgirîkirin li parêzgeha  Kirmaşanê, li rojavaya Îranê, destpê bû.

Ev operasyona bi dorpêçkirina hejmareke zêde ji endamên koma  terorîst a  Munafiqan li Tenge Pataqê (Mirsadê) li rojavaya Îranê du rojan berdewam bû û bi kuştina zêde ji 2 hezar kes ji wan û bi işkesta vê koma terorîst bi dawî hat.

Ayetullah  Muhemed Elî Muwehidiyê- Kirmanî li xutbên vê heftiyê yên nimêja îniyê ya Têhranê her wiha  li bar parastina teqwaya îlahî nimêjkir şîret kirin û bal kişand ser pirsgirêkên aborî yên li welêt û erka dewlet, meclis û teşkîlata dadweriyê li çareserkirina  pisrgirêkên xelkê,giran da zanîn.

Pêşnmêjê demkî yê Têhranê di dewamê de bal kişand ser vê yekê ku di rewşa niha de, venihêrîna nijyara birêveberiyê, pêwîst e û destnîşan kir: Behrewergirtina ji zirûfên hemî navçên Îranê ji bo geşatîya aborî ya welêt giring e.

Başa dön tuşu