ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Oxirkirina meytê Haşimiyê Refsencanî, nîşana yekitiya gelê Îranê bû

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi amadebûna li tirba paqij a Îmam Xumeynî (RE) tevî fatihexwendinê û danîna qerenfîlan, ayetullah Haşimiyê Refsencanî bibîr anî û ji xwedê teala daxwaza rehmet û baxişînê jibo wî kir.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî roja înê piştî ziyareta tirba paqij a xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê û ayetullah Haşimiyê Refsencanî,nav koma nûçegihanan hazir bû û cîhad û fîdakariya li riya nizama Îslamî û bitaybet maqûlbûn, navînrêtiya li meselên curbicur ji tyabetmendiyên  ayetullah Haşimiyê Refsencanî dan zanîn û tekez kir: Gelê Îranê hemen riya vî kesyaetiyê giranqedr digre ber xwe.

Rûhanî mersima oxirkirina meytê paqij ê serokê civata kivşirina  mesilheta nizama Îranê nîşana  yekitiya hemî alî û grûpan û her wiha nîşana  dem û rewşnasiya gelê Îranê da zanîn û got : Wê rojê her kesî bi beşdariya xwe yekperçetiya nizama Îslamî nîşanî cîhanê da.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku koça dawîyê ya ayetullah Haşimiyê Refsencanî ji hogirên  nêîzkê Îmam Xumeynî(RE) û rêberê giranqedr, xem û kovanek jibo gelê Îranê ye û got : Ew li hemî rojên dijwar ên  inqilabê û tevgera Îslamî sitargeha  xelkê bû û xelkê jî li mersima oxirkirina  meytê wî emegdariya xwe nîşanî xadimên inqilabê û nizama  Komara Îslamî ya Îranê dan.

Rûhanî destnîşan kir: Gelê Îranê dê heya roja dawiyê li kêleka berpirsên xwe rawestin û piştî wefat an şehadetê jî bi hizûr û beşdariya xwe peywendî û pêbaweriya xwe ya navbera gel û berpirsan  nîşan didin.

Ayetullah Ekber Haşimiyê Refsencanî serokê civata kivşkirina mesilheta  nizamê û ji pêşengên  Inqilaba Îslamî ji ber sekinîna dil, êvara yekşemiya buhurî çû ber dilovaniya Xwedê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu