Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi amadebûna li tirba paqij a Îmam Xumeynî (RE) tevî fatihexwendinê û danîna qerenfîlan, ayetullah Haşimiyê Refsencanî bibîr anî û ji xwedê teala daxwaza rehmet û baxişînê jibo wî kir.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî roja înê piştî ziyareta tirba paqij a xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê û ayetullah Haşimiyê Refsencanî,nav koma nûçegihanan hazir bû û cîhad û fîdakariya li riya nizama Îslamî û bitaybet maqûlbûn, navînrêtiya li meselên curbicur ji tyabetmendiyên ayetullah Haşimiyê Refsencanî dan zanîn û tekez kir: Gelê Îranê hemen riya vî kesyaetiyê giranqedr digre ber xwe.
Rûhanî mersima oxirkirina meytê paqij ê serokê civata kivşirina mesilheta nizama Îranê nîşana yekitiya hemî alî û grûpan û her wiha nîşana dem û rewşnasiya gelê Îranê da zanîn û got : Wê rojê her kesî bi beşdariya xwe yekperçetiya nizama Îslamî nîşanî cîhanê da.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku koça dawîyê ya ayetullah Haşimiyê Refsencanî ji hogirên nêîzkê Îmam Xumeynî(RE) û rêberê giranqedr, xem û kovanek jibo gelê Îranê ye û got : Ew li hemî rojên dijwar ên inqilabê û tevgera Îslamî sitargeha xelkê bû û xelkê jî li mersima oxirkirina meytê wî emegdariya xwe nîşanî xadimên inqilabê û nizama Komara Îslamî ya Îranê dan.
Rûhanî destnîşan kir: Gelê Îranê dê heya roja dawiyê li kêleka berpirsên xwe rawestin û piştî wefat an şehadetê jî bi hizûr û beşdariya xwe peywendî û pêbaweriya xwe ya navbera gel û berpirsan nîşan didin.
Ayetullah Ekber Haşimiyê Refsencanî serokê civata kivşkirina mesilheta nizamê û ji pêşengên Inqilaba Îslamî ji ber sekinîna dil, êvara yekşemiya buhurî çû ber dilovaniya Xwedê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)