ÎranNûçeRojhilatanavin

Îran qehremana pêşbirkên eskerî li rişta melevaniyê

Tîma melevaniyê ya hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê, bû qehremana pêşbirkên eskeriyê yên sala 2018`an li rişta melevaniyê.

 Li gorî rapora Fars News`ê, tîma  melevaniyê ya hêza deryayî ya artêşa  Komara Îslamî ya Îranê li her heft qonaxên  van pêşbirkan rekordên  mayînde ji xwe bi cih hişt û navê xwe dî dîroka van pêşbirkan de mayînde kir.

Tîmên melevaniyê yên  Rûsiyê û Venezeulayê jî hevpar derketin pila dudiyan û pila sisyan a van pêşbirkan  jî  bû para  tîma neteweyî ya Sûriyê.

Pêşbirkên eskeran a 2018` an li rişa melevaniyê ji yekê Tebaxê heya  9 Tebaxê bi beşdariya  zêde ji 100 beşdaran  bi mazûvaniya  hêza deryayî ya artêşa  Komara Îslamî ya Îranê li Noşehra bakurê Îranê hat lidarxistin.

Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê li 16 rişte ji 28 riştên pêşbirkên  navneteweyî yên eskerî yên 2018`an  beşdar bûne.

Başa dön tuşu