İslami Davet Kurdi Bange İslami

Rûhanî: Pêngavên ku heya niha ji bo parastina rêketina navokî hatine hilanîn, erênî bûne

Serokê Komara Îslamî ya Îranê şemiyê şevê bal kişand ser vê yekê ku piştî vekişyana Emerîkayê ji rêketina navokî, piraniya civaka cîhanî, Îran berheq zanîn û berevaniya rêketina navokî kirin û destnîşan kir pêngavên ku ji bo parastina rêketina navokî hatine rakirin heya niha erênî bûne.

  Li gorî rapora IRNA`yê, Hesen Rûhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê li hevdîtina dostane bi komek ji alim û rûhaniyan  re li Têhranê got: Îro rojê piraniya welatan bawer in ku riya Îranê durust bûye û eva Emerîka ye ku şaştî kiriye û va serketineke mezin e.

Serokê Kokmara Îslamî ya Îranê destnîşan kir ku emerîkî zext û zorê tînin ser Ewrûpiyan ku an Emerîkayê hilbjêrin an Îranê, lê Ewrûpî dibêjin ku em rêketina navokî hildijbêrin.

Serokê Kokmara Îslamî ya Îranê destnîşan kir ku  Îran hewl dide  heke karî mafên xwe bi mayîna li rêketiannavokî biparêze û li vê hevhetina navneteweyî bimîne.

Kiryara yekalî ya Emerîkayê di rerwşekê de ye ku pênc  welatên din ên wajokirê rêketinnama navokî û piraniya welatên cîhanê piştgirî dane  vê hevhatiana navneteweyî.

Trump serokkomarê Amerîka  heştê meha Gulana 2018` an  bi dubarekirina  tawanên pûç li dijî Îranê, derketina Waşengtonê ji rêketinnama navokî û vegeryana  boykotên  navokî li dijî Îranê di 3 heya 6 mehên din raghand.

Brîtanya, Fransa, Rûsiye, Çîn, Almanya û Yekitiya Ewrûpayê jî wek aliyên rêketinnama navokî destnîşan kirin ku piştgiriyê didine vê havhatina navneteweyî.

Li vê çarçoveyê, Îran û Ewrûpa li rojên derbasbûyî  hin gotûbêj bona  parastian rêketian navokî piştî edrketina  Emerîkayê ji v hevhatina navokî destpê kirine.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî  çarşemiyê şevê derketina Amerîka ji nav rêketina navokî dijî biryarnama 2231 a Rêxistina Netewên Yekgirtî da zanîn û destnîşan kir: Pêwîste ewrûpî biryarnameya dijî Amerîka bibine Konseya Ewlehiyê û nerezamendiya xwe li hemberî van reftarên Amerîka nîşan bidin.

Pêwîste serokên sê welatên ewrûpî soz bidin ku tev îranê li ser xebatên mûşekî û hizûra Îranê li navçê qet gotûbêj nekin.

Wî her wiha diyar kir: Îranê tu kêşeyek tev 3 welatên ewrûpî tune belkî bi berçavgirtina siyasetên berê yên ewrûpiyan, me bawerî bi wan tune û hema ji ber viya ye ku em dixwazin ewna zimaneta rastîn bidine Îranê.

Exit mobile version