ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî : Peyama meşvanên roja Qudsê eva ye ku xelkê Filistînê tenê nînin

Li gorî rapora Tesnîm Newsê, Hucetulîslam Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê li mersima roja cîhanî ya Qudsê li Têhranê nav koma nûçegihanan bal kişand ser vê yekê ku yek ji armancên gelê misilman ê navçê, ewlehiya navçê ye û yek ji riyên misogerkirina ewlehiya navçê jî eva ye ku xelkê misilman bikaribin di welatê xwe de bin û got :Gelê misilman ê Filistînê ev 70 sal in ku ji welatê xwe yê sereke dûr maye. hin dagirkeran ev der dagir kirine ku mixabin ser tu yek ji qanûnên navneteweyî û prensîpên însanî nasekinin.

Wî got:Rejîma Siyonîstî wek navendek jibo îstikbar û Emerîkayê li navçê ye. Îro her welatek bixweze li hember vê navendê raweste û bixweze ku gelê misilman ê navçê xwediyê istiqrar û ewlehiyê be eva bi dilê îstikbara cîhanî nîne.

Serokê Komara Îslamî ya Îarnê got: Îro rojê bisaya bêtifaqiya cîhana îslamê, hizûra grûpên tekfîrî û terorîstî li navçê û koma lihevkirinê em ji riya armanca azadiya Filistînê dûr ketine. Rûhanî got: Jibo ku em bighêjine vê armancê tu riyek xêncî yekitiya misilmana û mêhwera berxwedanê û cîhad û rawestana li ber grûpên terorîstî û tekfîrî tine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu