CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Peywendiya navbera Îran û Rûsiyê li ser xêra navçeyê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê berfirehkirina peywendiyên Îran û Rûsiyê li ser xêra gelê du welatan û navçeyê da zanîn û got: Ev peywendî li dijî tu welatekî sêyem nebûye û dê nebe jî.

Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê nîvroja duşemiyê li Têhranê û berî terikandina Têhranê û sefera bo Rûsiyê li nav koma nûçegihanan got: Peywendiyên Îranê û Rûsiyê wek welatekî girîng li navçeyê piştî serketina Înqilaba Îslamî û dewrana heşt sala Berevaniya Pîroz (şerê sepandî yê rêjîma Beisa Iraqê dijî Îranê), derbasî qonaxeke nû bû û niha jî du welatan li berûlayên duyalî û navneteweyî peywendiyên baş hene.

Rûhanî avakirina hêzgeha Atomî ya Bûşêhrê yek ji nimadên hevkariya Îran û Rûsiyê da zanîn û got: hevkariya du welatan li pêvajoya Lihevkirina Navokî ya di navera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar jî mînakek din ji peywendî û hevkariyên baş di navebra du welatan e.

Serokomarê Îranê got: Mijara sermayedanîna Rûsiyê li meydanên nift û gazê yên Îranê li destûrkara du welatan li Moskoyê ye.

Rûhanî amaje bi zêdebûna ji sedî 80`ê ya asta ticareta Îran û Rûsiyê di sala bihurî da kir û her wiha got: Roja îro derfetin baş li warê navçeyî û navneteweyî û duyalî ji bo berfirekirina peywendiyên du welatan hene.

Serokê Saziya Cihêner a Îranê her wiha têkoşîna li hemberî têrorîsmê yek ji babetên hevpar di navebra Têhran û Moskoyê da zanîn û got: Îran û Rûsiye li ser vê bawerê ne ku nabe ku têrorîsm wek darê destan ji bo serêxwegirtina armanc û guhertinên navçeyê bê bikaranîn û mînaka ron a wê hevkariya Îran û Rûsiyê li mijara Sûriyê û têkoşîna li hemberî têrorîsmê û pêkanîna aramiyê li navçeya Rojhilata Navînê ye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu