ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Peywendiya nêzîk bi cînaran ra, isûla sîyaseta derve ya Îranê ye

Serokkomarê Îranê got: Xaleke sereke ya siyaseta derve ya Îranê peywendiya nîzik tev cînaran û bitaybet tev welatên Asiyaya Navîn û Qefqazê ye.

Li gor rapora IRIB News`ê, Hesen Ruhanî serokê Komara Islamî ya Îranê şeva îniyê piştî zivirîna ji sefera xwe ya fermî bo Ermenistan, Qezaqistan û Qirqîzistanê li Têhranê destnîşan kir; Li rewşa îro ya navçê her çiqas peywendiya Îranê tev welatên navçê û cînar nîziktir be û şêwrîna zêde tev van welatan hebe yê berxwedana li hemberî pirsgirêkan çêtir be.

Ruhanî destnîşan kir; Li rewşa piştî rakirina boykotên dijî Îranê li gorî rêketinama di navbera Îranê û grûpa 5+1`ê da, welatên cînar û navçê dixwazin ku peywendiyên xwe tev Îranê bitaybet peywendiyên abûrî berfireh bikin,

Serokê Komara Islamî ya Îranê piştî sefera xwe ya sêrojî û hevdîtina tev serokkomarên Ermenistan, Qirqîzistan û Qezaqistanê û pişkdariya li civîna ticarî ya Îranê û Ermenistanê û îmzakirina 15 senedên hevkariyê ziviriye Îranê (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu