ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Pirsgirêka sereke ya me hemiyan Têrorîsm e

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamiya Îranê got: Ji bo her kesî eyan e ku pirsgirêka sereke ya me hemiyan Têrorîsm e.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hesen Rûhanî, serokê Komara Islamiya Îranê li civîna serokên welatên endamê Saziya Hevkariya Islamî li Istenbolê pêkutî

kir ku divê em ser navê islamê li Hevalbendiya Cîhanî jibo aştiyê û girtina pêşiya şîdetê pêşeng bibin.

Rûhanî her wiha got: Komara Islamiya Îranê bi dûrketina ji her cure gêre û bêistiqrariya li deverê bi siyaseta xwe ya navçeyî û navxwetî ya zelal hertim di çarçova berfirekirina hevgirtin û tifaqa ometa islamê da hewl daye û bihêzkirina peywendiyên ligel welatên islamî kiriye yek ji ewlewiyetên xwe yên sereke.

Civîna serokên welatên endamê Saziya Hevkairya Islamî duh bi pişkdariya serokên zêde ji 30 welatên islamî li Istenbola Tirkiyê destpê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu