NûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Pişkdariya berfire ya gel li hilbijartinan, sermayeya civakî ya welêt nîşanî cîhanê da

Hesen Rûhanî, serokê Komara Islamiya Îranê pişkdariya berfire ya gel li hilbijartinan û birêxistina geş, saxlem û aram a hilbijartinên 26`ê Sibatê pîroz kir û tekez kir ku pişkdariya berfire û bi zanebûnê ya gel li hilbijartinan, iqtidar ûsermayeya civak ya welêt nîşanî cîhanê da.

Li gorî rapora nûçegihanê me, Hesen Rûhanî, serokê Komara Islamiya Îranê şeva buhurî li civîna civata bilinda inqilaba ferhengî, birêxistina berdewam a hilbijartinan mideha 37 salê buhurî da yek ji şanaziyên Komara Islamiya Îranê zanî û got: Di rewşekê da ku navçeya Rojhilata navînê tûşî nearamî û bêewlehîtiya berfire bûye, ewlehî û aramiya li hilbijartinan li sernaserê welêt nîşaneke din a şiyana hêzên leşkerî, ewlehî û asayişa welêt e.

Wî di vê civînê da her wiha di vê civînê da sipasiya endamên civata parêzvanê destûra bingehîn, wezareta karên hundur, desteyên çavdêrî û kargêriyê, walî, qayimeqam, hêzên leşkerî û asayişê û her wiha komên curbicur ên siyasî û civakî û medyayên ku zemîneya birêxistin hilbijartineke saxlem, li gorî destûrê û aram pêk anîn, kir.

Li dewama civîna civata bilinda inqilaba çandî, plana perwerdeya bilind li wezareta zanist, lêkolîn û têknolojiyê hat hilkolandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu