NûçeRojhilatanavin

Hilkolandina şikayetnama gelê Misrê li bara radestkirina gravên vî welatî bo Erebistanê

Dadgeha idarî ya Misrê, şikayetnamên gelanî li bara radestkirina gravên vî welatî bo Erebistanê hildikole.

Li gorî rapora kanala nûçan a Al-Alamê, dadgeha idarî ya Misrê 12 şikayetên li bara lihevkirina têkildarî sînorê navbera Misrê û Erebistanê şandine ber destê şarezayên Misrê ta ku raporek destûr di vî warî da bê amadekirin.

Dadgeha îdarî ya Misrê her wiha ragihandiye ku civînên hilkolandina dosiyên gelanî yên li bara radestkirina gravên Teyran û Senafîrê bo Erebistanê 26`ê Gulanê yê pêk bên.

Radestkirina gravên Tryran û Senafîrê li behra Sor ji alyê Misrê bo Erebistanê rastî bertekên tund ê gelê Misrê bûye.

Grava Teyranê bi beratiya 80 kîlomêtrî ketiye deriyê Tengava Teyranê û Kendava Eqebê ji behra Sor cida dike.

Grava Senafîrê jî bi beratiya 33 kîlomêtrî, berî şerê 6 rojî di sala 1967`an da di bin kontrola Cemal Evdilnasir serokomarê demê yê Misrê da bû û biryar bû ev welata van gravana li şerê dijî Rêjîma Siyonîst bi kar bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu