ÎranNûçeRojhilatanavin

Serleşker Baqirî: Destdirêjîya Amerîkayê ser Sûrîyê encama işkesta teqil a têrorîstan e

Serokerkanê hêzên çekdar ên Îranê destdirêjîya aşkira û lez û bezo ya Amerîkayê û hevpeymanên wê ser Sûrîyê encama hêrsbûna destdirêjkiran û piştgirên wan yên navçeyî ji işkesta teqil a têrorîstan zanî.

Li gorî rapora IRIB NEWS`ê, serleşker Mihemed Baqirî serokerkanê hêzên çekdar ên Îranê şeva buhurî li peywendîya telefonî digel Elî Eyûb wezîrê berevanîyê yê Sûrîyê pêgirî kir: Cinayetkar ne tenê ji kiryara neqanûnî û hovane xêrê nabînin belkî gel û dewleta Sûrîyê li hemberî êrişa dijminên derveyî û navxweyî dê hevgirtîtir bikin.

Serokerkanê hêzên çekdar ên Îranê pêgirî li ser hevdilî û piştgirîya Komara Islamî ya Îranê ji dewlet û gelê Sûrîyê kir û got: Gelê Îranê li rex gel û hêzên çekdar ên Sûrîyê dê têkoşîna dijî têrorîstên cinayetkar bidomîne.

Wezîrê berevanîyê yê Sûrîyê jî li vê peywendîya telefonî qedrê dewlet û gelê Îranê girt û got: Destdirêjîya Amerîkayê û hevpeymanên wê nebûye sedema xisareke berbiçav û artêşa Sûrîyê bi hêza pedafenda hewayî hejmareke berbiçav a mûşekên dijminan kirin armanc.

Amerîka, Ingilîs û Fransayê duh berbangê êrişî Sûrîyê kirin.

Li gorî rapora hin çavkanîyan, balafirgeha Meze ya Şamê, navenda lêkolînan li Berzê li Şamê, Cemraya û Mesyafê bûne armanca êrişên mûşekî. Artêşa Sûrîyê jî bi yekîneyên xweparastina hewayî li hemberî êrişên hewayî yên Amerîka, Ingilîs û Fransayê sekinîn.

Başa dön tuşu