ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Raberkirina mînaka jina misilman û pirxebat pêsparteya mezin a jinên îranî ye

Serokkomarê Îranê got: Raberkirina mînaka jina misilman û pirxebat li civakê de li qada navneteweyî pêsparteya mezin a jinên îranî ye.

Hesen Ruhanî serokkomarê Îranê li gotinên xwe yên duşemê bi şev li merasima fitara tev jinên xebatkar yên medenî destnîşan kir: Dewleta Îranê mecala hizûra jinan li xebatên civakî, siyasî û abûrî heqê jinan dizane.

Ruhanî destnîşan kir: Pêwîst e ku jinên îranî ji her qewm û etnîkekê li prosa geşepêdana siyasetên abûra bi berxwedanê, gelekê pişkdariyê bikin.

Wî bal kişande ser şanaziyên ku jiinên îranî li meydanên zanist, spor û hunerê bi dest xistine û ragihand: Jinên îranî bisaya Înqilaba Îslamî rêz û hurmeteke zav ji bo exlaq û menewiyetê digirin û li kêleka vê yekê pişkdariya xebatên civakî dikin û eva ku Îslamê diyar kiriye eva ye ku ewlehiya tam a mêr û jinan li kêlega hevdu pêkane. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu