ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Rejîma Siyonîst hertim jêdera sereke ya şidet û tundî û fanatîzmê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir: Divê em ti caran talukeya Rejîma Siyonîst wekî jêdera sereke ya şidet û tundî û fanatîzmê ji bîr nekin û divê em vê yekê qebûl bikin ku berdewamiya qirkirin û kuştina xelkê bêguneh yê Filistînê ji vê siruşta şidetxwazî û şerxwaziya vê rejîmê çavkaniyê digire û ji ber xefleta civaka cîhanî bi taybet ji ber xefleta hêzxurtên cîhanê, Rejîma Siyonîstî vê dirindetî û hovîtiya xwe berdewam dike.

Li gor rapora IRNA, serokê Komara Îslamî ya Îranê hucet-ul-îslam wel-muslimîn Hesen Ruhanî îro li axivtina xwe ya li civîna 13-an a serokên welatên endamên Saziya Hevkariya Îslamî li Stenbolê de got: Eva ji Cîhana Îslamê re hêja nîne ku di nav agirê bê ewlehiyê, şidet û terorîsma organîzebûyî û rêkûpêk de bişewite û ji her babetê ve paşda bikeve û bişûnda bimîne, belkî hêja ye ku ev welatana bigihêjin cih û şûna xwe ya jorîn û baş ûeva wê dem ê mumkin dibe ku em bi hestyarî û bi wezîfenasiyeke zêde berê xwe bidin rewşa niha û cîhana derdora xwe û ji vê yekê re fikrekê bikin.

Ruhanî got: Heke alîkariyên fînansî û leşkerî ji bo hin grûpên li dij Îslamê îmkana xwe heye ku navê Îslamê didin ser xwe û rûyê bedew û xweşike Îslamê bi canyet û mirovkujiyê werbidin û reş bikin û ji bo komploya kirêt û pîs a Tirsandina ji Îslamê şahidî û mihane û hencetan çê bikin; wê çawa em bikarin ji Selem û Selamê (Aştî û Ewlehiyê) li Îslamê de berevaniyê bikin?

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi bîr xist: Heke bi sedan miyard dolar ji çavkanî û zimhêr û binkanên umeta Îslamê dewsa ku ji bo geşepêdan û karsaziyê ji bo ciwanan xerc bibe, bi mihane û hencetên tirsên bêheger û pûç werin xerc kirin, da ku cebilxane û depoyên çek û sîlahan tijî bibin ji her cure çek û sîlahekê û li dij hevdu ew werin bikar anîn, çawa em dikarin ji Yekitiyê biaxivin û ciwanan qanê û qayil bikin ku prensîpên keramet û şeref û bereketa îslamî berçav bigirin?

Ruhanî herwiha got: Ji civîna Saziya Hevkariya Îslamî ku ser navê Yekitiyê bi rê ketiye, divê ti peyamek ku bêhna neyarî û duberekiyê û neyariya di nav umeta Îslamê jê tê, neyê bihîstin û divê her liv û tevgerek ku bona çêkirina neyarî û dijberiyê tê kirin li vê civînê bê erziş û bê hitbar bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu