ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Rêketina navokî nîşana dîplomasiya gelê mezine Îranê ye

Serokkomarê Îranê got: Rêketina navokî wekî peymannameyekî navnetewî nîşana dîplomasiya gelê mezine Îranê ye ku qet nayê guhartin.

Li gor rapora IRIB Newsê, Hesen Ruhaî serokkomarê Îranê duh yekşemê li koma xelkê Nêyşabûrê li parêzgeha Xurasana Rezewî li bakûra rojhilata welêt destnîşan kir: Ew yên ku hizr dikn dikarin bi zextûzorê gelê mezine Îranê teslîm bikin, şaşitiyê dikin.

Ruhanî bal kişande ser viya ku Komara îslamî ya Îranê bi caran ragihandiye ku qet bi dû çek û sîlahên navokî nebûye û nîne destnîşan kir: Eger Îran çek û sîlahên navokî çê nake ji ber qayde û qirarên dînê pîroze îslamê ye û ji ber fitwaya alimên dînî û rêberê mezine inqilabê ye ne ku ji ber zextûzora welatên zorbêje be.

Serokkomarê Îranê got: Îran ji teknolojiya navokî bona hedef û armancên aşitîxwazane yên wekî îliktirîk, duxtoriyê, cotkariyê , saxlemiyê û dermankirina nexweşan behre digre û qet li fikra gefa navçê û cîhanê nebûye û welatên koloniyalîst jî bila bizanibin ku qet nikarin gefan li gelê mezine Îranê bixwen ji ber ku gelê Îranê li 8 sal berevaniya pîroz li hemberî van cure gefan rawestan.

Ruhanî got: Gelê îranê li riya berxwedan û qudreta netewî û bona pêşketina welêt bi hevrane û dê dewamê bidin vê riyê.

Serokkomarê Îranê bal kişande ser viya ku îslam, dîn û inqilab dijwarî û zora ser xelkê qebûl nake ragihand: Îslam dînê mentiqê ye û pêwîste bi alîkariya hevdu ber bi pêşketin û avedaniya welêt herin.

Ruhanî bal kişande ser viya ku Îran ji welatên mezine ku Poladê difroşe welatên cîhanê destnîşan kir: Karistana Polada Xurasanê li Nêyşabûrê nîşan da ku Xurasana Rezewî zirûfên sereke heye ku bibe parêzgehekî senetî.

Serokkomarê Îranê û parek ji taxima dewletê duh yekşemê bona seferekî durojî seredana Xurasana Rezewî kir.

Başa dön tuşu