ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Rênimînûyên rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ji bo hereketa dewletê rêvekir in

Serokê Komara Islamî ya Îranê li hevdîtina desteya wezîran a digel rêberê giranqedir ê inqilaba islamî, qedrê wî ji ber axavtin û rênimûnîyên bo dewletê girt û ew rênimûnî wekî rênîşander û rêvekir zanîn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hesen Rûhanî pêgirîyên rêberê giranqedir ê inqilabê yên derbarê zêdekirina peywendîya dezgehên rêvebirê welêt ji bo sûdwergiritna ji agahî û ezmûnan û hevdengîya zêdetir û sûdwergirtina ji potansîyela baş a Konseya Bilind a Hevdengîya Aborî bibîr xistin û ew rênimûnî ji wan rênimûnîyên bibandor li rêvebirîya aborîya Îranê zanîn û got: Rênîşanderî, temî û piştgirîyên wî têkildarî biryarên vê Konseyê alîkarîyeke gellekî baş ji bo dewletê ne.

Rûhanî herwiha rênimûnîyên rêberê giranqedir ê inqilaba islamî derbarê rêvebirîya aborî, radestkirina projên nivîşkan, pêşxistina sipartina projan ji bo pişka nedewletî û piştgirîya tam ji vê pişkê, piştgirîya ji navendên aborîyê, serrastkirina pergala bankî, bikaranîna durist a sermîyana gel, berfirekirina hevkarîyên herêmî û têkilîya zêdetir bi cînaran re ji ewlewîyetên girîng ên dewletê zanîn ku dê bi hemî hêza xwe li dezgehên berpirs bên şopandin.

Şayanî gotinê ye ku hevdîtina serokomar û desteya wezîran a digel rêberê giranqedir ê inqilaba islamî çarşema buhurî pêk hat û hezretê ayetulah Xaminêyî di wê hevdîtinê de pêgirî li ser xalên girîng derbarê meseleyên aborî, sîyaseta derve û hevgirtina navxweyî kir.

Başa dön tuşu