ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Sala nû, yê sala Pêşketin û Pêkanîna Derfetên Zêdetir jibo Karkirina Ciwanên Îranê be

Serokê Komara Islamî ya Îranê li peyamekê bi boneya destpêbûna sala 1396`ê hicrî-tavî, bi gotina vîya ku jibo Îraneke serbilind divê em li kêleka hev bin, pêkutî kir: Sala nû ya Hicrî-Tavî ango sala 1396`ê, yê sala pêşketina zêdetir jibo gelê ezîz û pêkanîna derfetên zêdetir jibo karkirina ciwanên Îranê be.

Li gorî rapora malpera serokomarîya Îranê, Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê îro sala nû ya Hicrî-Tavî li gelê mezin ê Îranê, îranîyên derveyî welêt û hemî gelên navçê ku Newrozê pîroz dikin, pîroz kir û got: Peyama Newrozê jibo her kesî, dûrxistina kînê ye.

Rûhanî herwiha got: Sala 1395`ê, sala cihannîa sîyasetên “ aborîya ser bingeha berxwedanê, pêngavrakirin û karkirinê“ û herwiha sala cihanîna rêketinama navokî bû û van du babetana li rex hev karîn roleke erênî jibo gelê Îranê hebin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha sipasîyeke taybet li cotkar û pêşekarên îranî kir û pêkutî kir: Di sala buhurî da berhemên pêşeyî û cotkarî yên Îranê bi awayekî berbiçav li pêş ketin.

Hesen Rûhanî herwiha got: Komara Islamî ya Îranê karî bi dîplomasîya niftê û hewldana endazyar û karkirên birûmet ên îranî, cîgeha xwe ya berî li warê berhemanîna nift û gazê bidest bixe û eva bi wateya dabînkirina mafên gelê Îranê ye.

Serokê Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser pêşketinên pizişkî û zanistî yên Îranê jî û bibîr xist: Bi hewldana zanyarên îranî, Komara Islamî ya Îranê pileya yekem di warê pêşketina zanistî di nava welatên pêşketî yên cîhanê di sala buhurî da bidest xist.

Serokê Komara Islamî ya Îranê li beşeke din a axavtina xwe bal kişand ser lidarxistina 2 hilbijartinan di sala 1396`ê da û got: Divê pişkdarîya herî zêde, rikeberîya saxlem û hilbijartineke qanûnî esas be. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu