AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Sazîya ECO`yê yê bibe kilîda danûistandina rojhilat û rojavaya dinyayê

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Aborîyê nûpêkhatî li Asîyayê, yê bera aborîya dinyayê ji rojava bidin rojhilêt û ev guhertina yê sedsala 21`an bike dewrana pêşengîya Asîyayê.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê îro li sêzdemîn civîna serokên welatên endamê Sazîya Hevkarîya Aborîyê (ECO) li Islamava, paytexta Pakistanê got: Dilê aborîya dinyayê yê ji nîveka sedsala 21`ê va li parzemîna Asîyayê lêde û texmînên aborîyê nîşan didin ku sazîya ECO`yê yê girîngîyeke duqatî li pêşeroja navçê da peyda bike.

Rûhanî bibîr xist: Serdestîya li çend rêyên istiratêjîk ên deryayî yên dinyayê, hevsînorîya ligel 5 derayên girîng û hebûna çavkanîyên enerjîya dinyayê, rewşeke jêopoltîk jibo sazîya ECO`yê pêk anîne, ji ber ku tu rêyek li ticareta ji Ewropayê bo Asîyayê kêrhatîtir, erzantir û kurttir ji devera ECO`yê nayê naskirinê.

Wî herwiha got: Îran wekî yek ji xîmdanerên sazîya ECO`yê û bi hevsînorîya ligel 6 welatên endamê vê sazîyê û herwiha ji ber ku Îran xwedîyê çavkanîyên herî mezin ên nift û gaza dinyayê ye, bi saya vê yekê ku navenda têkilîyên herêmî ye û şîyanên zanistî li warên zanistên nû û têknolojîyê hene, amade ye ku rola xwe li qehîmkirina peywendîya di navbera endaman û bihêzkirina sazîya ECO`yê bilîze.

Serokê Komara Islamî ya Îranê pêkutî kir: Îran herwiha ji berfirebûna hevkarîyên li warên tiranzît, darayî û bankan, zanist  ûtêknolojîyê, cotkarî û ewlehîya xwarekê, çand û tûrîsmê, jîngehparêzî û sekinîna li hemberî belayên xwezayî ligel welatên endamê ECO`yê, pêşwazîyê dike.

Rûhanî herwiha got: Têrorîsmê û hizrên tekfîrî, gefa hevpar danîne pêşberî welatên dinyayê û hevkarî û hevdengîya li warê sekinîna li hemberî vê dîyardeya şûm, bûye pêwîstîyek û heta ku dema ewlehî li ber gef û xeterê be, pêşerojeke zelal jibo pêşketin û geşatîyê tinabe.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha çareserkirina pirsgirêkên herêmê ji wan têrorîsmê bi dûrketina ji serdestîxwazîyê û kutakirina rikeberîyên kavilker va girêda û got: Encama candayîna bi hezaran kesî li Efganistan, Iraq, Sûrîye û Yemenê û awarebûna bi milyonan kesî li van welatana, sistbûna navçê li hemberî gêreyên navxweyî û destwerdanên bîyanîyan e.

Serokê Komara Islamî ya Îranê li dawîyê pêkutî kir: Sazîya Hevkarîya Aborîyê (ECO) bingeheke guncav jibo avakirina devereke ewleh jibo gelên herêmê ye û bi saya ewlehîya komkî yê geşatîya welatên endamê sazîya ECO`yê serê xwe bigire. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu