ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî sê destkeftênn mezin ên dewletê bi bîr xistin

Serokomarê Îranê got: Istiqrara li warê aboriyê, lihevkirina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê da û plana guhertinên li warê saxlemiyê, sê destkeftên mezin ên dewleta yazdehem a Îranê ne.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya serokomartiya Îranê, serokê Komara Islamî ya Îranê, Hesen Rûhanî êvara pêncşemiyê, 23`ê Hezîrana 2016`an, li mêvaniya fitarê ligel wezîr, cîgir, parêzgar û serokên dezgehên welêt tevî pêgiriya li ser viya ku dewama siyasetên dewletê di 14 mehên mayî heta dawiya dema vê dewletê (dewleta yazdehem) da, got: Xebatin ku di 23 mehên derbqasbûyî ji temenê vê dewletê da pêk hatine ku bawerkirina serêxwegirtina wan dijwar bû.

Rûhanî li vê hevdîtinê bal kişande ser mijara lihevkirina navokî û bi bîr xist: Rêketinama navokî serketineke mezin li warê siyaseta derve ya Îranê ye û ti kes nikare vê serketinê ku bi saya yekîtî, berxwedan û hewildana xelkê û rênumayiyên rêberê giranqedr ê Inqilabê û karzanên jêhatî û bitecrube yên Îranê serê xwe girt, nebîne.

Wî destnîşan kir: Dewleta Komara Islamî ya Îranê gelek serketin bi dest xistine û wek mînak ti kesî bawer nedikir ku mijara `Berûlayên ihtimalî yên leşkerî` li dosyeya navokî ya Îranê an PMD`yê were girêdan û roja îro ti kes nikare vê xebata mezin û serketina mezin a gelê Îranê ji bîr bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu