ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Şehîd Qasim Silêmanî di dîroka gelê Îranê û azadîxwazên cîhanê de yê serfiraz û mayinde bimîne

Serokê Komara islamî ya Îranê got: Serdar şehîd Qasim Silêmanî di dîroka gelê Îranê û azadîxwazên cîhanê de yê serfiraz û mayinde bimîne

Serokê Komara islamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro çû mala Serdar şehîd qasim Silêmanî Fermandeyê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba islamî û şehîdbûna wî serdarê serfiraz li malbata wî pîroz kir û herwiha sersaxî da wê malbatê.

Rûhanî amajeyî cinayeta Amerîkayê ya şehîdkirina serdar Silêmanî kir û got: Amerîkî yê dûhatên vê cinayetê ne tenê roja îro belkî di salên bê de jî bibînin.

Rûhanî herwiha bi gotina vê yekê ku bê guman nefret û bêzarîya ji Amerîka roja îro di nava gelên Îran  ûIraqê de zêdetir bûye, dîyar kir: Xizmetên serdar Silêmanî di çaçrova dabînkirina ewlehîya Îranê û herêmê nemaze jibo gelên Iraq, Sûrîye, Yemen, Libnan û Efganistanê da bûne.

Rûhanî herwiha hilanîna tola xwîna Serdar Silêmanî jibo gelê Îranê mafekî rewa û teqil zanî û got: Dijminêngelê Îranê ji ber kiryar û plandarêjîyên Serdar Silêmanî yên di warê istiqrar û ewlehîya navçê de gellekî hêrs bûn lewma ew bi awayekî mezlûmane û bi şêwazeke rezîl şehîd kirin. 

Rûhanî bi gotina vê yekê ku Serdar Silêmanî ne tenê fermandeyekî cengê belkî sîyasetvan û istiratêjîstekî dahêner û bêhempa bû, pêgirî kir: Ciwanên îranî peyrev û evîndarê rêya Serdar Silêmanî ne û bi dehan kesên wek Serdr Silêmanî l iwelêt tên perwerdekirinê.

Başa dön tuşu