NûçeRojhilatanavin

Kêfxweşiya Netanyahû ji ber biryara Konseya Hevkariyê dijî Hizbullahê

Serokwezîrê Rejîam Siyonîst ku ji ber biryara Konseya Hevkariya Kendava Farsê û biryara bêyî kombûnê ya Konseya Wezîran a Wezîrên endamên Yekîtiya Ereban a têrorîstzanîna Hizbûllahê, kêfxweş bûye, got: Eva alûgoreka girîng e.

Li gorî rapora IRNA`yê, Netanyahû, aqubet dawî li bêdengiya fermî ya Rejîam Siyonîst derheq biyrara Konseya Hevkariyê ya dijî Hizbullahê da û got: Biryara Konseya Hevkariya Kendava Farsê, alûgoreka pirr girîng bû lê belê ji vê biryarê ecêbtir, şermezarkirina vê biryarê ji aliyê du partiyên Beled û Hedaşê ye.

Netanyahu ku li kenêsêta (parlimana) vê rejîmê de diaxifî ber bi nûnerên xwe herwiha got: Gelo we aqilê xwe ji dest daye ku biryara Konseya Hevkariyê ya têrorîstzanîna Hizbullahê şermezar dikin?

Serokwezîrê Rejîma Siyonîst herwiha got: Di cîhana Ereban de gellek guhertinên mezin diqewimin lê hîn, hin kes li Kenêsêtê, tê negihîştine ku hin welatên erebî li kîleka Îsraîlê ne.

Netanyahû got: Em dikarin tev van welatên navînrê yên erebî hin peywendiyên nû û rewşên mezin ên ji bo pêkanîna guherîna rastiyên siyasî yên navçeyê pêk bînin û ev welatana hêviya me ya bona pêkanîna Rojhilata Navîneka baştir û bona baştirkirina peywendiyên me yên tev filistîniyên ku aştî û bi hevrejiyana tev Îsraîlê dixwezin zêde kirine.

Rejîam Siyonîst, Rejîam Siûdî û welatên ereb ên hevgirtiyên wê ku li hember Berxwedana dijî sîyonîstan sekinîne, mêhwera navînrê ya erebî, didin zanîn.

Başa dön tuşu