IraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

DAIŞ`ê 30 sivîlên iraqî kuştin

Koma têrorîst a DAIŞ`ê 30 sivîlên iraqî li bajarê Mûsilê kuştin.

Li gorî rapora malpera nûçan a Somerîyê, DAIŞ`ê ev kesana bi tawana hevkarîya ligel hêzên dewleta Iraqê bi ceryanê kuştine.

Çavkanîyên iraqî ragihandin ku DAIŞ`ê ew kesana berî kuştinê, di girtîgehekê li rexê rastê yê bajarê Mûsilê hepsî kiribûn.

Ji hêla din ve, li gorî raporên herî dawîyê têkildarî opêrasyona azadkirina Mûsilê, di navbera hêzên dewleta Iraqê û têrorîstan li rojava û başûra Mûsilê da pevçûnên giran derketine. Di encama pevçûnan da zêde ji 60 têrorîstî hatine kuştinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu