Serokê Komara Îslamî ya Îranê ser dewama hevkariyên navbera Têhran û Siûlê li warên curbicur ên borî û ticarî sekinî.
Li gorî gotina IRIB News`ê, serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî li peyama xwe ya pîrozbayiyê bo xanima Park Gone He serokkomara Koreya Başûr bi munasibeta roja damezrandina vî welatî got: Îran amade ye peywendiyên xwe tev Koreya Başûr li hemî waran berfireh bike.
Rûhanî bal kişand ser zirûfên pêkhatî jibo berfirehkirina hevkariyên giştalî navbera Îran û Koreya Başûr piştî sefera serokkomara vî welatî bo Têhranê û hêvî kir: Hevhatinên navbera her du aliyan bi zûtirkê cih werin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê li peyama xwe jibo dewlet û gelê Koreya Başûr hêviya serketin û serfiraziyê kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)