AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî ser pêwîstiya beşdariya beşa taybet li aboriya Îranê sekinî

Serokê Komara Îslamî ya Îaanê got: Bona bidestxistina aboriyeke bi berxwedanî û geş, divê rê ji bo beşdariya beşa nedewletî li aboriya Îranê zêdetir were xweşkirin û hêsankirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, serokê Komara îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî li mersîma destpêkirian karê karistana mezin a petroşîmiyê ya Mehabadê got: Divê gel û dewleta Îranê her du bixebitin ku rê ji bo beşdariya beşa nedewletî û karsazan li aboriyê xweş bibe.

Rûhanî aboriya bi berxwedanê bi bîr xist û tekez kir:Bi cihanîna vê projeyê divê aboriya Îranê wisa were xurtkirin ku hin zext û zor bandorê ser aboriyê nekin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser girîngiya berfirehkirina peywendiyên aborî yên Îranê bi cîhanê re û destnîşan kir: Riya herîbaş a ewlehiya aborî di rewşa niha de berfirehkirina peywendiyan tev welatên cîhanê ye ku li vê riyê welatên cînar girîngiyeka xwe ya taybet hene .

Rûhanî her wiha karistana petroşîmiya Mehabadê wek yek ji projeyên giring ên aborî li navçeyê da zanîn û got : Bi cihanîna vê projeyê dê alûgurên zav li vê deverê pêk wrein .

Karistana petorşîmiya Mehabadê li parzêgeha Azerbaycana rojavayê wek yekîna herî mezin a pêşeyî ya rojava Îran îro bi beşdariya serokê Komara Îslamî ya Îranê bi fermî qonaxa xwe ya berhemaînê destpê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Binerîn
Kapalı
Başa dön tuşu