ÎranIraqNûçeRojhilatanavin
Ruhanî serdana Iraqê bike

Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî dê serdana Iraqê bike û wezîrê derve yê Îranê jî vê derbarê de daxuyaniyek da.
Îro 14.01.2019ê wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ji bo serdaneke fermî li Iraqê bû û ragehand, serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî dê meha Adarê de serdana Iraqê bike.
Zerîf herwaha ragehand, ku serdana Hesen Ruhanî li ser vexwandina serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û serokkomarê Iraqê Berhem Salih dê pêkbê û li gel berpirsên wezareta derve ya Iraqê jî li ser serdanê rêkeftine.