Rûhanî: Şerê îro li meydanên curbicur, şerê îradeyan e
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku tu çekek baştir ji Îman û bawerî, berxwedan û yekitiya gel tine û diyar kir: Şerê îro li meydanên curbicur, şerê îradeyan e.
Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê roja çarşemiyê li kongira navneteweyî ya şehîdên cîhana Îslamêû roja şehîd li bajarê Meşheda pîroz (bakurê rojhilata Îranê) diyar kir: ciwanên îranî li dewana 8 salan berevaniya pîroz, bi viyan axwe bi ser ketinçawa ku Hizbullaha Lubnanê jî li şerê îradeyan ser Rejîma Siyonîstî bi ser ket. Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Ciweanên momin û bawermend ên Hizbullaha Lubnanê bêyî kelûmelên eskerî karîn ku li hember Rejîma zalim û zorda, talakir, zarokkuj û cinayetkar a siyonîstî li şerê 33 rojî rawestin da ku qelafeta rûvekî ya Rejîma Siyonîstî were têk şikandin.
Rûhanî her wiha got : Serketina Hizbullahê serketina eskerî nebû belkî biserketian viyan û îradeyan bû û li şerê îradeyan, gelê Iraqê jî li hember terorîstan bi ser ketin.
Wî bal kişand ser alugurên Iraqê jî û got : Terorîst li şerê îrdaeyan li hember gelê Iraqê işkest xwarin û dê seranserê Iraqê ji terorîstan were paqijkirin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser kirîna çek û sîlehan ji aliyê hin welatên navçê û destnîşan kir: Kirîna çek û sîlehan û kelûpelên pêşketî yên eskerî nabe sedema serketinê ji ber ku gelê xizan ê Yemenê bi viyan û baweriya bihêz li hember destdirêjkiran bi ser ketine.
Hesen Rûhanî di dewamê de destnîşan kir: Tiştê ku dibe sedem Îran li hember Emerîka, Rejîam Siyonîstî û hevpeymanên wê bi ser keve tenê çek nîne belkî tiştek serayê wê yanê, îman û bawermendî, viyan û îrdae û yekitî û berxwedana gelanî ye .
Wî bal kişand ser rawestana gelê Îranê li hember zextên curbicure dijminan li 38 salên buhurî û tekez kir: Komara Îslamî ya îranê di rewşa dijwar, geşatiya xwe ya aboriyê zêde kiriye, asta înflasyonê kêm kiriye û nirxa diravê xwe yê neteweyî parastiye.
Li kongira navneteweyî ya rêzgirtina şehîdên cîhana Îslamê û roja şehîd li bajarê pîroz ê Meşheda pîrîz, xêncî beşadriya 30 mêvanan ji Iraq, Lubnan, Sûriye, Pakistan, Tûnis û Bosniya û Herzêgowînê, 300 kes ji malbatên giranqedr ên şehîdên Îranê û 400 kes ji parêzgeha Xuresana Rezewî beşdar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)