ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî seredana navçeyên lehiyê li bakurê Îranê kir

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi çûyîna bo parêzgehên Gulistan û Mazenderanê seredan navçeyên ziyandîtî ji ber lehiyê li bakurê Îranê kir.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî tevî gotûbêja tev gelê navçeyên ziyandîtî ji ber lehiyê li parêzgehên Gulistan û Mazenderanê, derbarê pêvajoya kiryarên gihandina alîkariyê û bicihkirina demkî ya ziyandîtiyên lehiyê agahî wergirtin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha piştî agahbûna ji pirsgirêkên ziyandîtiyên ji ber lehiyê, destûr5ên lazim jibo xizmetên herî baştir bo gel di warên cûrbicûr da berpirsan.

Hejmareka rayedarên dewletê û wezîran jî hevrêtiya Serokê Komara Îslamî ya Îranê li vê seferê kirin.

Ji ber barîna tund û kêmdîtî ya baranê di rojên dawî da li navçeyên cûrbicûr ên Îranê ji wan li parêzgehên bakurî yanî “Gulistan” û “Mazenderan”ê her wiha parêzgehên “Fars” li başûr û “Loristan” li rojavaya Îranê, lehî rabûye.

Ji ber lehiya çend rojên dawî da herîkêm 30 kes ji gelê Îranê canê xwe ji dest dane.

Niha berpirsên Îranê çi yên leşkerî û çi yên rêvebiriyê jibo hilkolandina rewşê û planedarêştinê li navçeyên lehîlêrabûyî ne.

Bicihkirina awarte ya gelê tûşî qeyranê ji destpêka qewimîna bûyera lehiyê dest pê bûye û gihandina hawarê bo ziyandîtiyên ji ber lehiyê bi îmkanên dewlet, Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, Artêş û Besîcê  hema wisa didome.

Hêzên xwebexş jî bo navçeyên bûyerê hatine şandin.

Başa dön tuşu