Serokê Komara Îslamî ya Îranê serketinên Bereya Berxwedanê wek mizgîniyek ji bo kokbirkirina têrorîsmê û geşepêdana navçeyê da zanîn.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî roja Sêşemiyê li civîna Konseya Bilind a Înqilaba Çandî bal kişande ser serketinnê vê dawiyê yên Bereya Berxwedanê li dijî têrorîsmê li Mûsil, Heleb, Til Efer, Dêyrezor û Ersalê û hêvî kir ku ev serketin li Iraq, Sûriye û Libnanê bibin mizgîniya kokbirbûna têrorîsmê û geşepêdan û hevkariya li navçeyê.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser Cejna Pîroz a Xedîra Xomê û her wiha got: “Gotinên Pêxemberê Hêja yê Îslamê (S) li bûyera Xedîra Xomê, xaleke werçerxana dîrokî ya girîng, bihêzkera yekîtiya cîhana îslamê û hokara şanaziya mezheba Şîetiyê ye“.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: “Tevahiya misilmanan li warê mezinahiya kesayetiya îmam Elî (S) cîgeha wî ya taybet li ba Pêxemberî Îslamê (S) hevnêrîn in û Cejna mezin a Xedîra Xomê divê bibe zemîneyek ji bo şopandina fêrkariyên elewî û nebewî“.
Roja 18`ê meha Zêy heceyê ya sala 1438an a Koça Heyvî salvegera Bûyera Xedîra Xomê û yek ji cejnên mezin ên misilmanan e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)