ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Serketîyê sereke yê hilbijartinan, gel e

Bijartîyê gelê Îranê li 12`emîn dewra hilbijartinên serokomariyê, `gelê Îranê` serketiyê rastî û sereke yê hilbijartinên serokomariya Îranê di 19`ê Gulanê da zanîn.

Rûhanî li axavtineke televîzyonî got: Pişkdariya dîrokî ya gelê Îranê li hilbijartinan, bêyî berçavgirtina vê yekê ku dengê xwe dane kî, bû sedema ecêbatiyê û pêbawerîya dubare ya gelê Îranê bo min bû sebeb ku ez hesta barekî giran ser milê xwe bikim.

Rûhanî sipasîya rêberê giranqedir ê inqilaba islamî jî kir û got: Silav û silametî jibo rêberê hêja yê inqilaba islamî ku bi awayekî hekîmane pêlên xumxumî yên hilbijartinan ber bi perravên aramîyê meşandin û coş û kelecana rikeberîya li hilbijartinan li dawîyê bû sedema rûmet, serxwebûn û iqtidara gelê Îranê.

Rîhanî hêvî kir ku parêzerekî hêja jibo daxwazên gelê Îranê be.

Bijartîyê gelê Îranê li 12`emîn dewra hilbijartinên serokomarîyê bi gotina vîya ku Îran serfiraztir ji her demî jibo berfirekirina peywendîyên xwe ligel cîhanê li gorî rêzgitina dualî û berjewendîyên xwe yên netewî amade ye got: Hilbijartina li Îranê ji cînaran û welatên herêmê re ragihand ku rêya dabînkirina ewlehîyê li deverê, ne piştkutana li zilhêzên bîyanî belkî bihêzkirina dêmokirasî, serdestîya gelanî û rêzgirtina li dengên gel e.

Li gorî ragihandina encamên dawîn ên dewra danzdehemîn a hilbijartina serokkomariya Îranê ku roja îniyê li Îranê û 102 welatên cîhanê hate lidarxistin, Hesen Ruhanî, berbijarê vê hilbijartinê bi bidestxistina zêde ji 23 mîlyon dengan, careka din bû serokkomarê Îranê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu