ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Şîe û sune bira û şopînerên îslamê û sîreta pêxember in

Serokkomarê Îranê hemî misilman ber bi yekîtî û biratiyê li siya talîmatên pêxemberê Îslamê (S) vexwendin û got: Him hilala (kevana) şîe û him sêgûşeya (sêberiya) sune şaş e, şîe û sune bira û şopîenrên Îslam û sîreta pêxemberê hêja yê Îslamê (S) ne.

Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê roja pêncşemiyê li merasima vekirina sîyemîn Konfêransa Navneteweyiya Yekîtiya Îslamî li Têhranê bal kişande ser viya ku armanca dijminan pêkanîna bêhêvîtiyê û têkbirina civatên îslamî ye, got: ASrmanca Rêjîma Siyonîst û xwînrêjan li navçeyê istandina hêviya ciwanên misilman e, lê ew ê bi xwe rojekê tûşî bêhêvîtiyê bên.

Rûhanî cîhad li Îslamê bi wateya sekinîna li hemberî zilm û destdirêjiyê da zanîn û destnîşan kir: Cîhan li Îslamê bi wateya berevaniya ji mezinatiya olê û serfiraziya misilmanan e û bi wateya kuştina misilmanan û şerê misilman li hemberî misilmanan nîne.

Serokomarê Îranê tevî rexneya ji karesata ku hinek ji misilmanan dewsa kîneya ji rêjîma destdirêjker  a siyonîst, kîneya hevdu xistine dilê xwe, got: Berpirsên wêrankirna Heleb û Mûsil û serjêkirina ciwanên misilman, welatên hêzxurt ên rojavayî û piştra jî hogir û piştgirên wan li navçeyê ne.

Serokomarê Îranê amaje bi azadkirina Heleba Sûriyê ji bo dagirkeriya têrorîstan jî kir û got: Bikaranîna têrorîsmê wek amûrekê ji aliyê welatên hêzxurt û hinek ji dewletên dîktator li navçeyê dê bê encam bimîne.

Rûhanî tevî pêgiriya li ser viya ku em ê rojekê biratiya hemî welatên îslamî û yekîtiya li hemberî Rêjîma Siyonîst bibînin, destnîşan kir: Umeta yekîne ya îslamî wê demekê pêk were ku dewsa Amerîka û Inglîs  û welatên hêzxurt, pişta xwe bi Xwedê.

Serokomarê Îranê her viha got: Dijminê hevpar ê Îslamê Rêjîma Siyonîst û Îslamam amerîkî ye û niha îslama resen û paqij a Mihemedî (S) li hemberî îslama amerîkî rawestiyaye.

Siyemîn Konferansa Navneteweyiya Yekîtiya Îslamî sibeha roja pêncşemiyê bi qasî sê rojan û bi dirûşmeya yekîtî û pêwîstiya sekinîna li hemberî komên tekfîrî li Têhranê dest pê bû. Zêde ji 300 mêvanên îranî û biyanî li vê konfêransê miajrin wek pêwîstiya sekinîna li hemberî tevgerên tekfîrî hildikolînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu