ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Sîyaseta aboriya ser bingeha berxwedanê yê heta bidestxistina hemî armancan bidome

Serokê Komara Islamî ya Îranê pêngavên dewletê di çarçova aboriya ser bingeha berxwedanê da û bi armanca bihêzkirina binavahiyên aboriyê û berhemanînê yên Îranê erênî wesif kirin.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê duh li rex civîna herî dawîyê ya desteya wezîran di sala 1395`ê da, li koma nûçegihanan herwiha got: Di sala 1395`ê da hereketên zef erênî di warê nijyarên aborî û berhemanînê da pêk hatin.

Rûhanî herwiha got: Dabînkirina ewlehîyê, pêşdabirina planên aborîyê, bêminetîya di warê gênim da, cebirandina paçdemayînên berê di warê enerjîyê da, geşatîya guncav di warên xwarek, cotkarî, tranzîta bi trên, cade, hewayî û pêşeya geştyarîyê û herwiha sûdwergirtina ji bendavan û hêzgehên nû ji pêngavên herî girîng ên dewleta Îranê di sala 1395`ê da bûn.

Wî herwiha kêmbûna piştkutana li derhatên niftê û xeracê li bûca sala 1395`ê, bidestxistina cîgeha berê ya li derfirotina niftê û çareserkirina pirsgirêkên warê tranzîtê ji wan pêngavên dewleta Îranê di çarçova cihanîna sîyasetên aborîya ser bingeha berxwedanê zanîn.

Serokê Komara Islamî ya Îranê bi gotina vîya ku gelê Îranê hertim di warên aborî, sîyasî û civakî da li rex dewletê bûne, dîyar kir: Divê bi hewldana zêdetir di hemî waran da nemaze di warê aborîyê da, Îran bigihêje serkevtin, geşatî û pêşketina zêdetir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu