EfxanîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Têhranê bo xurtkirina aramî û pêşketinê li Efganistan hewil bide

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Têhranlê dê hemî hewildana xwe jibo xurtkirina aramî û pêşketinê li Efganistan bi kar bîne.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Serokomartiyê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê berêvariya Îniyê di hevdîtina bi Eşref Xeniyê Serokomarê Efganistanê re li kêleka Nozdehemîn civîna Serokên welatên endamê Saziya Hevkariya Şanghayê li Bîşkêka paytexta Qirqîzistanê, hêvîdarî kir ku Komîsyona hevpar a abûrî ya du welatan herî zûtir bicive û endamên wê riyên berfirehkirin û xurtkirina zêdetir ji berê ya hevkariyên Têhran û Kabolê bi taybet di warê abûrî de hêsdan bikin.

Rûhanî bi gotina vêya ku Komara Îslamî ya Îranê di heyama 40 salên bihurî de hertim li kêleka gel û dewleta Efganistanê bûye û di bimîne, got: Mixabuin amerîkiyan nîşan dane ku hemî sozên xwe binpê dikin û loma jibo xurtkirina aramî û tenahiya navçeyê, ya baş ev e ku ewna ji navçeyê herin.

Eşref Xeniyê Serokomarê Efganistanê jî tevî pêgiirya li ser girîngiya cîgeh û rola Îranê li navçeyê got: Efganistan daxwaza berfirehkirina hevkariyan bi Îranê re di hemî waran de ji wan rola girîng a Îranê di gotûbêjên Aştiya Efganistanê dike.

Eşref Xeniyê Serokomarê Efganistanê tevî pêgiriya li ser vêya ku Kabol dê nema rê bide ku axa Efganistanê li dijî Îranê were bikaranîn, her wiha got: Têhran û Kabol divê bi hevkariya xwe, li dijî qaçaxkirina madeyên hişber, zêdegavî û têrorîsmê têbikoşin.

Başa dön tuşu