ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Têrorîsma sînornenas encama stratijiya welatên rojavayî ye

Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê li axaftina xwe li heftî û yekemîn civîna Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) tevî ravekirina siyaseta bingehîn a Îranê li warê navçeyî û navneteweyî berûlayên têror û tundiya ber bi zêdebûnê li Rojhilata Navînê û bakûrê Afrîqayê şirove kirin.

Rûhanî roja pêncşemiyê li koma serokên welatên beşdar li civîna Civata Giştî ya NY bi ravekirina kokên tundiya li Rojhilata Navînê got: Zêde ji 15 salan ji karesata têrorîstî ya diltezîn derbas dibe ku li vî bajarî (New York) qewimî  û gişt xemgîn kirn.

Rûhanî got: Wê rojê ti kesî nedifikirî ku ev bûyer rewşê ji bo karesatên mezintir û şerekî wêranker li Rojhilata Navînê û berfirehiya bêewlehiyê dê amade bike. Serokoamrê Îranê ji serokên welatan ra li Civîna Giştî ya NY her viha got: Sedsala ku bi têror û tundiyê li New York`ê dest pê bû nabe ku bi rikeberiyên dijminane û agirvêxistina li Rojhilata navînê bidome. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu