Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê, qawetên Îstikbarî ji wan Emerîka û Rejîma Siyonîstî sebebkarên sereke yên qeyranên navçê dan zanîn û destnîşan kir: Emerîka û Îsraîl li dû gurrkirina agirê firqexwaziya li navçê ne.
Li gorî rapora IRNA`yê, Îrec Mescidî roja çarşemiyê li hevdîtina komek ji alimên sunne û şîe yên parêzgeha Diyalê ya Iraqê got: Qawetên îstikbarî hewl didin bi kişandina navçê ber bi aloziya dayimî, çekên xwe bidin firotinê û mal û heyîtiyên gelên navçê talan bikin.
Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê tekez kir ku jibo rawestana li ber kiryarên bi dijminatî yên qawetên îstikbarî li navçê yekitiya şîe û suneyan û rawestana yekgirtî li hember dijminên Îslamê pêwîst e.
Îrec Mescidî her wiha peywendiyên navbera Îran û Iraqê bibiratî û stratejîk da zanîn û ser wêdebirina bêtifaqiyan li hemî waran sekinî.
Alimên sunne û şîe yên parêzgeha Diyalê jî li vê hevdîtinê ji hewldanên rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî jibo pêkanîna rewşa biratî û hevaltiyê di navbera şîe û sunneyan spasî kir.
Rûhanî û alimên sunne û şîe yên parêzgeha Diyalê her wiha ji piştgiriyên Komara Îslamî ya Îranê ji Iraqê li şerê li hember terorîzmê spasî kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)