AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Vîna cidî ya dewleta Îranê ji bo pêşeyîkirina deverên kurdnişîn

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Dewlet cidî ye ku pêşeyan li navçeyên rojavayî û kurdnişîn damezirîne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî roja sêşemiyê, 30`ê Gulana 2016`an, li koma bi coş a gelê bajarê Mehabadê li bakûrê rojavaya Îranê her wiha got: Komara Îslamî ya Îranê hewildana xwe ji bo geşepêdan û pêşxistinê bi taybet pêşeyîkirina deverên rojavayî û kurdnişîn dê bi kar bîne û vekirina navenda mezin a petroşîmiya Mehabadê pêngava yekem di vê rêkê da ye.

Rûhanî di dewama axaftina xwe da destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê tu cudaregiyekê di navbera qewm û mezheban da danayne û pêşketina Îranê bi saya yekîtiyê û hevdiliyê pêkan e.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê ewlehiya rastîn û mayînde bi saya pêşketinê wesifand û got: Gişt misilman çi şîe û çi sune li Îranê xwedanê mafên beranber ê welatîbûnê ne û divê ji bo her kesî ra li gorî hêjatiya wî/wê defet û rewş ji bo pêşketinê were dabînkirin.

Rûhanî bal kişand ser guhertinên navçeya Rojhilata Navînê û got: Ewên ku roja îro li navçeyê û li Iraq û Sûriyê komplo û têrorîsm û kuştinê berfireh dikin û gelê bêguneh dikujin, tu têkiliya wan bi Îslam, Quran û mirovahiyê ra tine. Serokê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyiya Îranê bi gotina viya ku Îran li dû peywendiya dostane û kêrhatî ligel cînarên xwe ye, her wiha got: Îran dê ligel gişt welatên cînar ra rikeberiya saxlem û kêrhatî her wiha peywendiyên dostane, bi semîmî û kêrhatî hebe. Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Pêkanîna ewlehiyê li navçeyê tenê bi riya navînrêtî û geşepêdanê ye û tu welatek pêş nakeve, meger ku peywendiya dostane û kêrhatî ligel welatên cîhanê pêk bîne.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

 

 

Başa dön tuşu