Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Vîyana Îran û Hindûstanê ser berfirekirina peywendîyên dualî ye.
Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê îro li civîna rojnamevanîyê ya hevpar digel Narêndra Modî serokwezîrê Hindûstanê qedrê dewlet û gelê vî welatî ji ber pêşwazîya baş ji desteya îranî girt û got: Seredana sala buhurî ya serokwezîrê Hindûstanê bo Têhranê pêngaveke girîng di çarçova berfirekirina peywendîyên her du welatan de bû.
Rûhanî bi gotina vîya ku Têhran xwazyarê berfirekirina hevkarîya di warên aborî, çandî, sîyasî, zanistî digel Hindûstanê de ye, dîyar kir: Îranê di warê hêsankirina peywenîyên aborî yên digel Hindûstanê û ji bo peywendîyên çêtir ên bankî û ticarî muzakirên baş kirine.
Serokê Komara Islamî ya Îranê vê sibê bi awayekî fermî li qesra serokomarîya Hindûstanê ji hêla serokomar û serokwezîrê vî welatî va hat pêşwazîkirin. Seredana fermî ya sêrojî ya Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê ya Hindûstanê, pêncşema hefteya buhurî destpê bû.