ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî wek serokê Komara Islamî ya Îranê sond xwar

Hesen Rûhanî heftemîn serokê Komara Islamî ya Îranê jibo dewra duyem a serokomarîyê sond xwar ku parêzvanê islamê, nizama Komara islamî û qanûna esasî ya Îranê be.

Hesen Rûhanî îro danê êvarê li merasima sondxwarinê ku li meclisa şêwra islamî ya Îranê hat lidarxistinê, li pêşberî Quranê û bi amadebûna ayetulah Sadiq Amolî-Larîcanî serokê dezgeha dadwerîyê, endamên meclisa şêwra islamî, endamên civata parêzera qanûna esasî ya Îranê, mêvanên navxweyî û derveyî sond xwar.

Rûhanî sond xwar ku parêzvanê mezhebê fermî, nizama Komara Islamî û destûra bingehîn a Îranê be û hemî feraset û hêjatîya xwe jibo cihanîna erka xwe bikar bîne û di xizmeta gel û geşepêdan û pêşketina welêt, berfirekirina dîn û exlaqê, piştgirîya ji heqîyê û pêşxistina dadmendîyê be û ji her cure pawanxwazîyê dûr be û piştgirîyê bide azadî û rêzgiritna li mirovan û mafên ku li destûra bingehîn jibo gel hatine kifşkirin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê piştî sondxwarinê reşnivîsa sondnamê li cem serokê dezgeha dadwerîyê û encamên konseya parêzera destûra bingehîn a Îranê wajo kir û ew radestî ayetulah Ehmed Cenetî sêkrêtêrê konseya parêzvana destûra bingehîn a Îranê hat kirin.

Li gorî rapora nûçegihanê me, rayedarên îdarî û leşkerî yên welêt û 8 serokomar, 19 serokmeclis, 9 alîkarê serokomar û serokwezîr, 7 alîkarên serokê meclisê, 11 wezîrên karên derve û 35 şandîyên taybet ên welatan li vê merasimê pişkdar bûne (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu