CîhanNûçeRojhilatanavin

Li bajarê Sinaya Bakur a Misrê kesên nasname nediyar bi çekên lûledirêj êrişî noqteya leşkerî kirin

Li gorî zanyariyên berdest, li bajarê Sinaya Bakur ku dikeve başûrê rojhilatê misrê hinek kesên nasname nediyar êrişa noqteya kontrol a leşkerî kirin, li gorî amareyên destpêkê di êrişê de 2 leşkerên artêşa Sûriyeyê hatin kuştin.

Ji aliyê din ve li gorî çavkaniyên ewlehî yên Misrê, leşkerên noqteya kontrole ku rastî êrişa çekdarî hatin ji terefê nîşangiran ve hedef hatin girtin û herdu leşker jî li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan.

Heta niha tu kes an jî rêxistinê berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu