NûçeRojhilatanavinSûriye

Wezareta Derve ya Sûriyeyê: Milîtan nahêlin ku Şam alîkariya mirovî bişîne Xutayê

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ragihand ku birêveberiya Şamê hewl dide 46 kamyon alîkarî mirovî bişîne Xutaya Rojhililat, lê gulebarana korîdora mirovî ya milîtanan berdewam dike.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Faysal Miqdad derbarê mijarê de ji rojnamegeran re axivî û got: “Me hewlda em 46 kamyon alîkariya mirovî bişînin Xutayê, lê gulebarandina korîdora mirovî ya milîtanan berdewam e.”

Miqdad eşkere kir ku dixwazin alîkariya mirovî bişînin kampa Rûkbanê ya li herêma sînorê Ûrdûnê, “Lê divê Neteweyên Yekbûyî garantiye derbarê kesên ku alîakariya mirovî bidin wan, bide.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu