ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Yekitîya gelê Îranê hemî dijmin matmayî kirin

Serokê Komara Islamî ya Îranê li peyamekê bi boneya destpêbûna sala 1397`ê Koçî-Tavî, sala 1396`an berovajî daxwaz û hewildanên xêrnexwazên Komara Islamî ya Îranê, sala serketina gelê Îranê li qadên curbicur zanî û got: Yekitîya gelê Îranê hemî dijmin matmayî kirin û ew têkildarî mezinatîya gelê me mukur hatin.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokomarîya Îranê, Hesen Rûhanî îro li koma gelê erdhejlêketî yê Kirmanşanê li rojavaya Îranê got: Gelê mezin ê Îranê ku hertim afirînerê aştî û aramîyê li navçê û cîhanê bûye, di sala buhurî de bi hewildana berdewam a xwe û têkoşerên bi dil û can û dîplomatên pirrçalak karî li rex gelên Iraq, Sûrîye û Libnanê istiqrar û ewlehîyeke zêdetir ji bo navçê bîne.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha ji gelê mezin ê Îranê re got ku çawan ku rêberê qedirgiran ê inqilabê got, sala nû dê “sala berhemanîna netewî û piştgirîya ji kelûpelên îranî û sala karkirin û geşatîyê“ be.

Rûhanî sala nû ya Koçî-Tavî li gelê mezin ê Îranê, îranîyên derveyî welêt û herwiha qewm û cînarên ku Newrozê pîroz dikin, pîroz kir.

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî li peyamekê bi boneya destpêbûna sala 1397`ê Koçî-Tavî, bi pîrozkirina sala nû li hemî hevwelatî û îranîyan nemaze malbatên bilindqedir ên şehîd, canbaz, tezelaw û ciwanên hêvîçîkir û pêşdebirên hereketa zanistî ya welêt, Newrozeke şa, şirîn û saleke tijî xêr û bereketê hêvî kir û sala nû sala Piştgirîya Ji Kelûpelên Îranî bi nav kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu