Rûhanî ziviriye Têhranê
Hesen Rûhanî serokkomarê Îranê li sefera xwe ya sêrojî bo Hindûstanê li destpêkê seredana Heyderabadê li başûra Hindûstanê kir û piştî seredana ji şûn û eserên dîrokî û çandiye Îraniyan li Hindûstanê li koma nimêjkerên jimêja îniya Heyderabadê ser pêwîstiya berfirehbûna dan û istandinên çandî di navbera du welatan kir.
Serokkomarê Îranê li dewra dudyan a vê seferê duh şemiyê li Dêhliya Nûyê bilî hevdîtina tev Ram Nat Kovînd serokkomar û Narêndra Modî serokwezîrê Hindûstanê li rêûresma îmzakirina sened û belgeyên hevkariyê di navbera du welatan û li koma zana û alimên Hindûstanê jî axivî.
Komara Îslamî ya Îranê û Hindistan ji bo xurtkirina asta têkiliyên hevpar, 15 belge û hevhatina hevkariyê wajo kirin.
Ev belge û reşnivîsên hevkariyê roja şemiyê li Dêhliyênû û bi beşdariya Hesen Rûhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê û Narenda Modî serokwezîrê Hindstanê ji aliyê rayedarên pilebilind ên du welatan hatin wajokirin.
Hevhatina wernegirtina sermala zêde, reşnivîsa hevhatina betalkirina vîzeya siyasî, reşnivîsa hevkariyê li warê cotkariyê, reşnivîsa hevkariyê li warê Antî Dampîngê, reşnivîsa hevhatina rêveberiya demkî ya faza ewil a bendera ewil a Çabuharê, reşnivîsa hevkariyê navbera şîrketa posta Îranê û dayira posta Hindistanê û reşnivîsa hevkariyê navbera beşa karûbarên jinan a serokkomariya Îranê û Wezareta karên jinan a Hindistanê ji wan hevhatinnameyên wajokirî navbera Îran û HIndistanê ye.
Îran û Hindistanê her wiha li warên wergirtina sûçkaran, alîkariya dadweriyê li karûbarên medenî û ticarî, hevkariyên tendrustiyê, dermanan navbera wezaretaxaneyên tendrustiyê navbera du welatan û hevkariya li warê tebabeta sunetî navbera Wezareta tendrustiya Îranê û Wezareta tebabeta sunetî ya Hindistanê, reşnivîsa hevkariyê wajo kirin.
Reşnivîsa hevhatina dayîna vîzeya iliktronîk, reşnivîsa hevhatina hevkariyê ya odeya bazirganiyê ya Îranê tev odeya bazirganiyê ya Fîkiyê, reşnivîsa hevhatina hevkariya odeya bazirganiya Îarnê etv odeya bazirganiya Asûşemê û reşnivîsa hevhatina odeya bazirganiya Îranê tev odeya bazirganiyê ya PHD Çembirê jî ji belgeyên din ên wajokirî navbera rayedarên pilebilind ên Îran û Hindistanê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)