ÎranIraqLubnanNûçeRojhilatanavinSûriyeYemen

Ruhanî:Serketina li hemberî DAIŞ`ê nûçeyeka xweş jibo gelê Îranê û gelên din ên navçê ye

Serokê Komara Îslamiya Îranê, têkçûna bingeh û koka koma terorîst a DAIŞ`ê li Sûriyê, nûçeyeka xweş jibo xelkê Îran û navçê da zanîn.

Serdar serleşker Qasim Silêmanî, fermandeyê Hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê, îro sêşemiyê li peyamekê bo rêberê giranqedr ê înqilaba Îslamî, bi dawîhatina serdestiya Şecereya Xebîse ya DAIŞ`ê ragihand.

Hesen Ruhanî, serokê Komara îslamiya Îranê, îro li pêncemîn kongreya seranserî ya Mala Cotkaran li Têhranê, şikesta DAIŞ`ê li rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, artêş, Sipahê Pasdaran bi taybet serdar serleşker Qasim Silêmanî û dîplomatên îranî, pîroz kir û got: DAIŞ komeka terorîst e ku ji aliyê hêzxurtan û hin welatên navçê ci taybet ên paşverû pergal û bi çek bibû.

Ruhanî sipasiya rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, gel, hêzên çekdar û hemî şervanên Îslamê bona bidawîhatina komekê ku jibilî kawilkiirn û kuştina mirovan û hovîtyê ti tiştek bi xwe re neanî, kir û got: Sibê serokkomarên Îran, Tirkiye û Rûsyayê wê li civîneka sê alî ya jibo dahatiya Sûriye û navçê kom bibin û bi hev re gotûbêj bikin.

Wî herwiha mixabiniya xwe bona kiryarên Yekîtiya Ereban diyar kir û got: Wezîrên karên derve yên teşkîlateka kevn, rizî, bêhêz û bêbandor a ser navê Yeîtiya Ereban, dora hev kom bûne û fikra vê yekê dane ku çima xelkê Yemenê, piştî du salan êriş û destdirêjiyê karîne bersivekê bidine van kiryaran û mixabiniya xwe diyar dikin û bona mûşeka ku xelkê Yemenê li Riyazê xistine, aciz in.

Serokê Komara îslamî ya Îranê, bi raberkiirna vê pirsê ku gelo xelkê Iraq, Sûriye û Yemenê parek ji dinyaya ereban nînin got: Ev karana nîşanek bûn ku piştrast dikin divê li dinyaya îroîn em li ser piyên xwe bisekinin û hêza neteweyî, leşkerî, aborî û ewlehiya xwerinê divê bi destê me bixwe were pêkanîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu