CîhanNûçeRojhilatanavin

Rûniştina Behreynê ya derheq plana amerîkî ya «Danûstandina Serdemê» fukaran çêdike

Wezareta Derve ya Rûsyayê diyar kir ku lidarxistina rûniştina Behreynê ya derheq plana amerîkî ya «Danûstandina Serdemê» dibe sedema çêbûna fukarên zav.

Ajansa Anaduluyê(AA) ragihand ku duh Wezareta Derve ya Rûsyayê bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku plana Amerîkayê ya bi navê «Danûstandina Serdemê» ku derheq lihevanîna Îsraîl û Ereban û li dijî filistîniyan e, herwiha rûniştina aborî ya bi navê «Aştî ji bo Tenahiyê» ku di vê çarçovê de li Menamê paytexta Behreynê tê lidarxistindibe sedema dilgiranî û fukarûn zav.

Di vê daxuyaniyê herwiha hatiye diyarkirin ku hikûmeta Filistînê jî vê plana Amerîkayê qebûl nake û ji her kes re eşkera ye ku hedefa Amerîkayê ji vê planê guhertina destûr-xebata sereke ya derheq navçê û sepandina bawera xwe libara Filistînê ye.

Koşka Sipî ragihand ku li 25 û 26 Hezîranê wê bi hevkariya Erebistan û hin welatên erebî rûniştineke aborî li Menamê paytexta Behreynê li dar xîne.

Li gor plana Amerîkayê ya binavê «Danûstandina Serdemê», serokomarê vî welatî Donald Trump li şeşê Kanûna 2017 bajarê dagîrbûyî yê Qudsê wek paytexta rejîma sexte ya Îsraîlê da nasandin û diyar kir ku balyuzxana xwe ji Telavîvê dibe Qudsê ku ev biryara xwe li roja duşemê 14 Gulana 2018 cih anî.

Rejîma Siyonîstî Quds li sala 1967 dagîr kir û ji wê demê xebitî demogarafiya wê biguherîne û bike siyonîstnişîn.

Başa dön tuşu