AsyaNûçeRojhilatanavin

Li Erzirimê agir bi balefirê girt

Li balefirgeha Erzirimê di dema amadekariya bi hewaketina balefirê de agir bi motora balefirê girt.

Îro saet li deverê 20:30an li balefirgeha Erzirimê balefirekê ku wê biçûya Stenbolê çend deqe beriya ku bi hewa bikeve di motora wê de agir dest pê kir. bi derketina agir re rêwî hatin tehliyekirin. Tîmîn agirkuj mudexele kirin û agir hat vemirandin. Li gorî axaftina rêwiyê bi navê Emrah Eren “agir nîv deqe beriya birêketinê dest pê dke û ji gewdê balefirê bilindtir dibe.”

Başa dön tuşu