EwropaNûçe

Li Fransayê di şeva serê salê de 650 wesayit hatin şewitandin

Wezareta Karên Navxweyî ya Fransayê di daxuyaniya diyar kir ku şeva sere salê li tevahiya wî welatî 650 wesayit hatin şewitandin.

Wezareta Karên Navxweyî ya Fransayê di daxuyaniya xwe got, “Hejmara wesayitên ku li tevahiya welêt di şeva sere salê de hatin şewitandin, her çi qas ev çalakî neyê qebûlkirin jî dide nîşan ku ev çalaki berdewam dikin. Li welêt 650 wesayita hatin şewitandin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku sala borî jî 602 wesayit hatibûn şewitandin û hat gotin ku dîsa li welêt bûyerên şewitandina wesayitan di 5 salên dawî de ji sedî 20 kêm bûne. Li gorî daxuyaniyê şeva sere salê zêdetirî 100 hezar polîs hatin peywirdarkirin û di wê şeve 454 kes hatin desteserkirin. (BANGÊ ÎSLÂM,)

Başa dön tuşu