Ûrsêt 4 hêzgehên hilmê yên bi şîyana 1400 MG li Benderebas li başûra Îranê dadimezirîne.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, li gorî peymana ku Îran û Rûsîyayê wajo kirine û duh hat weşandinê, Moskov yê hêzgeha hilmê tam amade bike û radestî Têhranê bike.
Peymana damezirandina van hêzgehana li serdana Mehmûd Waêzî wezîrê têknolojîya peywendî û agahîyan ê Îranê bo Ûrsêtê li Moskovê hat wajokirinê.
Kompanîya Têknoprom Eksport a Ûrsêtê yê rêvebirîya karên avakirina van hêzgehan li Benderebasê bike ku tê gotin yê di mideha 56 mehan da bên amadekirinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)