Wezîrê Enerjîyê yê Ûrsêtê got ku piştî sepandina boykotên nû yên Amerîkayê ser jî ev welata yê hevkarîya digel Îranê bidomîne.
Alexander Novak, Wezîrê Enerjîyê yê Rûsîyê şeva buhurî ragihand: Cihanîna rêektinama niftê ya vî welatî û Îranê wajo kirine bêyî berçavgirtina boykotên Amerîkayê anegorî asta kivşkirî û bi imkana serrastkirina wê dê bidome.
Wezîrê Enerjîyê yê Rûsîyê bi bîr xist ku ev peymana 4 sal in ku cih tê û dema ku Waşîngtonê boykotên dijî Îranê rakiribûn jî cih dihat.
Alexander Novak herwiha got: Îran di salê de bi qasî 5 milyon tonî niftê difiroşe Rûsîyê û mêdyayên ser bi welatên rojavayî yên ûris hertim kirrîna nifta Îranê ji hêla Moskowê ve rexne kirine.