CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Rûsiye: Kiryarên Amerîkayê derheqê Lihevkirina Atomî Bacwergirtina Aborî ye

Nûnerê hertimî yê Rûsiyê li cem Rêxistinên Navneteweyî yên Bicihbûyî li Viyenê roja Sêşûemiyê kiryarên Amerîkyê yên anîna zextê li ser welatên ewropî jibo derketina Ji Lihevkirina Atomî ya digel Îranê bi tundî şermezar kir û ew wek "Bac-Istandina Aborî" da zanîn.

Nûnerê hertimî yê Rûsiyê li cem Rêxistinên Navneteweyî yên Bicihbûyî li Viyenê, Mîxaîl Ûlyanov got ku amerîkî nikarin rê li ber sozdariya welatên din derheqê sozên xwe yên di bin lihevkirinekê bigire ku ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya NY va hatiye pesendkirin.

Ûlyanovî her wiha got: Kiryarên Amerîkayê derbarê Lihevkirina Atomî neqanûnî û tam bi awayekî yekalî û xweser in.

Dewleta Amerîkayê ji yekem rojên cihanîna Lihevkirina Atomî (16ê Çleya 2016an) astengîderxistina li warê cihanîna wê jibo kêmkirina serpişkiyên aborî yên Îranê ji vê lihevkirinê dest pê kir.

Bi desthilatdarbûna donald Trump li Amerîkayê ev astengîderxistin gurr bûn û wî bi caran gef xwar ku welatê wî dê ji Lihevkirina Atomî ya digel Îranê derkeve.

Başa dön tuşu