CîhanEwropaNûçe

Rûsiyê, li bara qutkirina tam a hevkariya Rûsiyê û NATO`yê agahî da

Elêksander Groşko, alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê diyar kir ku  hevkariya navbera Rûsiyê û NATO`yê li warên eskerî û sivîl ji roja duşemiyê tam tê qutkirin.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê bal kişand  ser kiryarên bi dijminatî û bêewlehkir ên Emerîka û NATO`yê li derdora sînorên  Rûsiyêû  hêvî kir: Qutkirina van hevkariyan nebe sedema munaqişa cidî navbera Rûsiyê û NATO`yê.

  Elêksander Groşko teqez kir ku Moskowa amadeyî rawestana li ber gefên muhtemel ên NATO`yê ye û qewimîna şêr navbera Rûsiyê û vê rêxistinê dê karesateke mezin bo mirovahiyê be.

  Hêjayî gotinê ye ku li eçnd rojên derbasbûyî, NATO merşqek bi beşdariya  hêzên welatên  Bulqaristan, Yewnanistan, Kanada, Emerîka, Holanda, Romanî, Gurcistan, Okrayn û Tirkiyê li deryaya Reş destpê kir lê du rojan mayî bo dawiya vê meşqê jî, Rûsiyê bo cara dudiyan li sala 2019`an li bara destpêbûna meşqa xwe li deryaya Reş agahî da.

 Rûsiyê ji sala 2014`an  bi damezrandina  sîstemên  berevaniya mûşekî ya Emerîkayê li Polandê û Romaniyê li rojhilata Ewrûpayê û hizûra demkî an dayim a eskerên NATO`yê li welatên  hevsînorê xwe ji wan Stonî, Lîtwanî, Letonî, Moldavî û Gurcistanê rûbirû bûye.

Başa dön tuşu