Elêksander Groşko, alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê diyar kir ku hevkariya navbera Rûsiyê û NATO`yê li warên eskerî û sivîl ji roja duşemiyê tam tê qutkirin.
Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê bal kişand ser kiryarên bi dijminatî û bêewlehkir ên Emerîka û NATO`yê li derdora sînorên Rûsiyêû hêvî kir: Qutkirina van hevkariyan nebe sedema munaqişa cidî navbera Rûsiyê û NATO`yê.
Elêksander Groşko teqez kir ku Moskowa amadeyî rawestana li ber gefên muhtemel ên NATO`yê ye û qewimîna şêr navbera Rûsiyê û vê rêxistinê dê karesateke mezin bo mirovahiyê be.
Hêjayî gotinê ye ku li eçnd rojên derbasbûyî, NATO merşqek bi beşdariya hêzên welatên Bulqaristan, Yewnanistan, Kanada, Emerîka, Holanda, Romanî, Gurcistan, Okrayn û Tirkiyê li deryaya Reş destpê kir lê du rojan mayî bo dawiya vê meşqê jî, Rûsiyê bo cara dudiyan li sala 2019`an li bara destpêbûna meşqa xwe li deryaya Reş agahî da.
Rûsiyê ji sala 2014`an bi damezrandina sîstemên berevaniya mûşekî ya Emerîkayê li Polandê û Romaniyê li rojhilata Ewrûpayê û hizûra demkî an dayim a eskerên NATO`yê li welatên hevsînorê xwe ji wan Stonî, Lîtwanî, Letonî, Moldavî û Gurcistanê rûbirû bûye.